Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser başûrê kurdistanê bê navber didomîne. Balafirên dewleta dagirker ji aliyekê gundan bombebaran dikin ji aliyê din li ser bajaran digerin.
Ev 2 rojin balafireke sîxûrî ya Tirk li ser Silêmanî digere.
Artêşa Tirk a dagirker, ne tenê li herêmên gundewar û çiyayî, balafirên xwe yên sîxûrî êdî bênavber li ser bajarên Başûrê Kurdistanê jî difirînin.
Di saetên sibê de, balafireke sîxûrî ku tê texmîn kirin ya dewleta Tirk e li ser ezmanê Silêmanî firiya.
Duh jî li ser bajar balafirek sîxûrî firîbû.
Heya niha dewleta Tirk 4 êrîş bi balafirên şer û balafirên sîxûrî yên biçek li dijî bajarê Silêmanî û derdora wê pêkaniye.
Nûnerê Iraqê yê li NY: Tirkiye ne tenê Iraq, êdî gefan li hemû herêmê dixwe
Artêşa Tirk a dagirker duh çiyayên Şengalê jî bombebaran kir.
Nûnerê Îraqê yê li NY jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kir ku Tirkiye ne tenê serweriya Îraqê binpê dike, lê êdî gefan li ewlehiya tevahî herêmê dixwe.