Li bajarê Dihok a Başûrê Kurdistanê 2 zarokên ji Rojavayê Kurdistanê di bendava bajêr de xeniqîn.
Îro di Bendava Musil a ku li nêzî bajaroka Sêmêl a Dihokê, 2 zarokên temenê wan 14 û 16 yên ji Rojavayê Kurdistanê ne û li Başûrê Kurdistanê niştecih bûne, xeniqîn.
Cenazeyê her 2 zarokan ji aliyê tîmên bergiriya şaristaniya Dihokê ve, ji avê hatin derxistin.
Li gorî Bergiriya Şaristaniya Dihokê, îsal li sînorê parêzgeha Dihokê 25 kes di avê de xeniqîne û 36 kes jî, ji xeniqînê hatine rizgarkirin.