Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 31 rewşên nû yên vîrûsa coronayê hatin tomarakirin.
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 31 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin û 6 kesên din ji Coronayê baş bûne
Ew jî;
- 9 li Hesekê
- 8 li Qamşlo
- 4 li Dêrikê
- 3 li Tipêsbiyê
- 3 li Til Temir
- 2 li Girkê Legê
- 1 li Çil Axa
- 1 li şehba
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 1151’an, 334’an ji wan baş bûne û 52’an jî jiyana xwe ji dest daye.