Azerbeycan û Ermenîstanê careke din dest bi şer kirin

30 salin Azerbeycan û Ermenîstan li ser herêma Qerebaxê şerê serweriyê dikin.
Çendî ji 1994’an û vir de şer lê rawestiya jî lê weke herêmeke bi nakok hat hiştin û pirsgirêka wê çareser nebû.
Piştî 22 salan careke din kete rojeva cîhanê.
Derbarê kurte dîroka vê pirsgirêkê de dosyayeke me heye.

Piştî şoreşa cotmehê ya 1917’an bi pêşengiya Bolşevîkên ku Lenîn serokatiya wan dikir di 1922’an de Yekîtiya Komarên Sosyalîst yên Sovyetan ku ji 15 komaran pêk dihat, hat avakirin. Piştî 70 salî di 1991’ê de bi awayekî fermî hilweşiya.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetan hemû komaran serxwebûna xwe ragihandin.

Ermenîstan û Azerbeycan ku du komarên Sovyetê bûn ji 1991’ê û vir de serbixwe ne.

Ev her du dewletên ku di heman demê de li herêma Qafkasyayê cih digirin nêzî 30 sale li ser herêma Qerebaxa Çiyayî ya li ser sînor şerê hev dikin.

Herêma Qerebax a ku pirraniya niştecihên wê Ermen in di dema Sovyetan de ketibû bin kontrola Azerbeycanê. Piştî sala 1980 û şûnde jî dikeve bin kontrola hêzên Ermen û di 1991’ê de jî serxwebûna xwe îlan kir. Lê serxwebûna Qerebaxê heta niha jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî de nehatiye nasikirin.

Şer û nakokiyên li ser Qerebaxê ku 1989’an destpêkirî heta Gulana 1994’an dewam kir. Ji 1994’an û vir de ew herêm di bin kontrola hêzên Ermen de ye. Qerebax, îro weke Komara Artsahk tê bi nav kirin.

Piştî 22 salan di Nîsana 2016’an de careke din li ser heman herêmê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de şer derket. Şerê ku 4 rojan dewam kir bi agirbesta hat ragihandin bi dawî bû.

Piştî 4 salan, 12’ê Tîrmeha 2020’an careke din di navbera hêzên Azerî û Ermen de şer destpêkir û 27’ê Îlonê de ev şer gur bû.

Li herêma Qerebaxa Çiyayî a ku ev 30 sale Azerî û Ermen li ser şer dikin, ji 1923’an heta 1930 herêmeke xweser ya bi nave Kurdistana Sor ku hejmara niştecihên wê nîv mîlyon bû, hatibû avakirin.

Xuyaye piştî Rojhilatê Derya Spî û Lîbya, qadeke din a germ bibe Ermenîstan û Azerbeycan e. Desthilata faşîst a AKP’ê û Erdogan ê ku ji der û hundir de her diçe winda dike ji bo temenê xwe hinekî din dirêj bike ji niha de hestên şoven û nijadperest yên li Tirkiyê bilind dike.

Hikûmeta AKP’ê ev demeke bi şandina bi hezaran çeteyên xwe yên li Sûriyê ber bi Azerbeycanê ve amadekariya rewşeke wiha dikir.

Back to top button