Li herêmên hikumeta Şamê, 30 kesên din bi vîrûsa coronayê ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku, di nava 24 saetên dawî de, 30 kesên din bi vîrûsa coronayê ketin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Bi vê yekê, jimara pêketiyên vîrûsê li herêmên hikumeta Şamê bû 4 hezar û 102 kes, ji wan heta niha 194 kesan jiyana xwe ji dest daye.