Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 51 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 15 kesên din ji Coronayê baş bûne.
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 51 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.
Ew jî;
- 14 li Qamşlo
- 11 li Dêrikê
- 9 li Girkê Legê
- 6 li Hesekê
- 3 li Çil Axa û 3 li Rimêlan
- 2 li Amûdê û 2 li Dirbêsiyê
- 1 li Tirpêsbiyê
Desteyê diyar kir ku, 15 kesên din ji Coronayê rihet bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 1497’an, 417’an ji wan baş bûne û 62’an jî jiyana xwe ji dest daye.