Partî û aliyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê li Hewlêrê civiyan û bi daxuyaniyekê piştgirî da HDP’ê.
Civîn li biryargeha Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê pêk hat.
Li ser navê partî û aliyên siyasî Bêkes Heme Qadir ji çapmeniyê re axivî û got:
“Divê civaka navneteweyî sînorekî li hember kirinên dewleta Tirk deyîne, da ku pêla girtina endam û siyasetmedarên HDP’ê rawestîne.
Em hemû kirinên AKP’ê şermezar dikin.”
Çavdêrên siyasî yên bajarê Rewanduz ê Başûrê Kudistanê jî nerazîbûn li dijî girtin û siyasetmedar û endamên HDP’ê nîşan dan.
Çavdêran bang li gelê Kurd kir ku pev re piştiriya doza Kurdî ya rewa bikin û bi yek dengî piştgiriyê bidin HDP’ê.