Hêzên hikumeta Şamê, gundewarên Hema, Idlib û Helebê topbaran kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku îro sibehê, hêzên hikumetê deverên El-Ziyara û Til Wasit li Sehil El-Xab li Bakur-Rojavayê Hemayê û bajarokê El-Fitêra li başûrê Idlibê topbaran kirin.
Çavdêriyê diyar kir ku hêzên hikumetê û çeteyan, li ser eniya El-Hebata li gundewarên rojavayê Helebê êrîşî hev kir.
Dewleta Tirk zêdeyî 60 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin
Li aliyekî din, Çavdêriya Sûrî ragihand ku dewleta Tirk 3 karwanên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.
Ev karwan, ji zêdeyî 60 maşîneyên madeyên lojstîk û leşkerî pêk dihatin.
Bi vê yekê, jimara giştî ya maşîneyên leşkerî, ji destpêka agirbesta Putin û Erdogan ve heya niha, gihişt 6 hezar û 615’an.