Aliyên Lîbî careke din li paytexta Mexrib Ribatê dest bi rûniştina 2. a diyalogan kir.
Nûnerên Meclisa Parlamena Lîbî û Meclisa Bilind a Lîbyayê şevê din bi serpereştiya Mexribê li bajarê Bûzinîqayê dest bi rûniştina 2. a diyalogan kir.
Ji ber nakokiyên ku rojên borî derketibûn, serokê parlamena Lîbî Uqeyla Salih û serokê Meclisa Bilind a Lîbî Xalid El-Mişerî beşdarî rûniştina 2. nebûn.
Aliyên Lîbî der barê bijartina navan ji bo payeyên serweriyê de, nîqaşên xwe didomînin.
Aliyên Lîbî ji ber sedemên lojistîkî, çend caran rûniştina 2. a diyalogan bi paşxistibû.