Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” li bajarê Qamişlo bi dawî bû

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê şahiya bidawîkirina pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di şahiya ku li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hatî lidarxistin, bi dehan zarok û malbatê wan amadebûn.

Di şahiyê de komîteya amadekar pirtûk, spasname û diyarî dan zarokan.

Piştre 6 zarok ji beşê Kurdî û 6 zarok ji beşê Erebî li ser sê astan hatin xelatkirin.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, bi armanca teşwîqkirina zarokan li ser xwendina pirtûkan, pêşbirka “Nivîskarên Paşerojê” bi dirûşma “Şitla îro dara sibe ye” di meha Tebaxa borî de ragihandibû.

Tê payîn ku pêşbirka “Nivîskarê Paşerojê” dê bi awayekî asayî her sal li dar bikeve.

Back to top button