HPG: Ti eleqeya hêzên me bi vê êrîşê nîne

Midûrê Asayîşa Deriyê Gumrukê yê Serzerê yê başûrê Kurdistanê Xazî Salih Elîxan 8’ê Cotmehê di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest da bû. Hin sazî û dezgehên başûrê Kurdistanê û ragihandinên bi ser PDK’ê ve ji ber êrîşê HPG tawanbar kirin.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di eleqeya wan bi vê êrîşê tune ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev tişt got;

“Midûrê Asayîşa Deriyê Gumrukê yê Serzêrê yê Başûrê Kurdistanê Xazî Salih Elîxan li gundê Gelite yê nehiya Kanîmasî ya Duhokê di 8’ê Cotmehê de di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya Midûriyeta Asayîşa Giştî ya Herêma Başûrê Kurdistanê de û di nûçeyên hin saziyên medyayê de tevgera me hate sûcdarkirin û ji vê êrişa tarî berpirsyar hate nîşandan. Lê belê ti eleqeya hêzên me bi vê êrişê re nîne. Lewma daxuyanî û nûçeyên hatine dayin nerast in, dûrî rastiyê ne.”

Back to top button