Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Holê, bi armanca nirxandina geşedanên dawî li herêmê, komxebateke civakî û siyasî ji rûspî û rewşenbîrên navçeya Til Hemîsê re li dar xist.
Ji fermandarên Têkiliyên QSD`ê Ehmed El-Daran di komxebatê de axivî.
Ehmed El-Daran leşkerkirina ciwanên Sûriyê weke çeteyan ji aliyê Tirkiyê ve û şandina wan ber bi Lîbya û Azerbêcanê ve, şermezar kir.
El-Daran bang li rûspî û rewşenbîrên herêmê kir, ku li dijî van hewildanan bisekinin.
Hevserokê Meclisa kantona Qamişlo Efram Îshaq jî axivî û got:
“Tevahî daxuyaniyên Rêveberiya Xweser, MSD’ê û aliyên heyî, ji bo piştevanî û xwesteka çareya siyasî û diyaloga sûrî-sûrî li ser xaka Sûriyê ne.”
Rûspiyê eşîra Benî Seb’a û nûnerê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Sada diyar kir, ku Tirikye dijminê me û tevahî pêkhateyên herêmê ye.
Komxebat bi piştrastkirina rûsipiyên eşîran a sekna li hemberî şerê taybet, binxistina komployan û têkbirina fîtneyên li dijî herêmê, bi dawî bû.