Têkildarî daxwaza ENKS`ê ya rakirina berwerdeya bi zimanê kurdî
Meclisa Malbatên Şehîdan li Hesekê û li Dirbêsiyê daxuyaniyeke dan.
Daxuyanî bi amadebûne bi dehan endamên meclisê ji herdu bajaran hate dayîn.
Di daxuyaniyê de ev yek hate şermezar kirin û hate gotin:
“ziman nasname û hebûna mirov a resen diparêze”.
“Em weke malbatên şehîdan, destkeftiyên di vî milî de pêk hatine, em ê heta dawiyê biparêzin, ji ber ku ev yek bi saya xwîna şehîdan û qehremaniya keç û xortên me pêk hat.