Peymangehên Tirkî li Girê Spî hatin vekirin

Dewleta Tirk bi rêya ferzkirina zimanê tirkî û guhartina demografiya herêmên dagirkirine siyaseta tirkkirinê pêk tîne.
Herî dawî peymangehên bi zimanê tirkî li Girê Spî ya dagirkirî vekirin û xwendekaran bi wezîfeyan dixapînin da tevlî peymangehê bibin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagikiriye, polîtîkayên Tirkkirinên dide meşandin..

Ji dema dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk zimanê xwe weke zimanê bingehîn ê perwerdê sepandiye û ala xwe li dibistan, saziyên perwerde û sivîl li ba kiriye.

Dagirkeriya Tirk bi rêya vekirina peymangehên ziman, zimanê xwe derbasî herêmên dagirkirî dike.

Herî dawî jî gelek peymangehên fêrbûna zimanê tirkî li Girê Spî hatin vekirin.

Li gorî agahiyan 49 xwendekarên ji şêniyên Girê Spî tev li zanîngehên Tirkiyê bûne û bi taybet zanîngeha Heranê.

Her wiha xwendekarekî tev li zanîngeha li Stenbolê bûye û gelek jî tev li zanîngeha li Enqereyê bûn.

Li aliyekî din jî 30 xwendekar bi temenên cuda tev li peymangehên zimanê tirkî bûne.

Dagirkeriya Tirk van xwendekaran bi wezîfeyan teşwîq dike û pereyan didin malbatên wan da ku tev li peymangehê bibin.

Çavkaniyekê da zanîn ku meteryalên perwerde yên li wan herêman li gorî siyaseta Tirkiyê hatin çapkirin.

Her wiha di parkên zarokê de jî sembolên tirkî yan jî osmanî hene, li ser dibistana jî ala xwe hildaye.

Dagirkeriya Tirk weke şertekî bingehîn ji mamosteyan dixwazin ku agahiyên li ser xwe bi zimanê tirkî pêşkêş bikin.

Li tevahî herêmên Sûriyê yên dewleta Tirk dagir kirine, meteryala dîrokê li ser itîlafa opozisyona Sûriyê û îşaretê bi dewletên ereb dike ku wîlayetên osmanî ne.

Li gel guhertina demografiya herêmê, dewleta Tirk a dagirker çanda gelê herêmê tine dike.

Back to top button