Piştî civînên Cinêvê, Şandeya NY bo Lîbyayê, lîsteya beşdarên civînên Lîbî li Tûnisê eşkere kir.
YE bang li aliyên herêmî û navdewletî kir ku piştgiriyê bidin hewldanên çareseriyê li Lîbyayê û rêzê li biryarên NY bigirin.
YE teqezî li ser vekişandina hemû hêzên biyanî û çeteyan, ji xaka Lîbyayê kir.
Şandeya NY bo Lîbyayê, lîsteya dawî û fermî ya beşdarên civînên Lîbî ku îro li Tunisê dest pê dikin, ragihand.
Lîsteya NY ji 75 kesan pêk tê, tê de nûnerên Parlamen, Meclisa Dewletê, hêzên siyasî yên çalak û gelek kesayetên serbixwe, hene.
Civîn îro bi rêya pêwendiyên vîdyoyî dest pê dike û roja 9’ê Mijdarê li Tûnisa paytext, civîna giştî bi awayekî yekser tê lidarxistin.
Şandeya NY bang li hemû beşdaran kir ku bi berpirsyariyên xwe li beramber gelê Lîbî rabin û bi awayekî avaker tevlî van danûstandinan bibin.
Şandeyê teqez kir ku armanc ji van civînan, lihevkirina li ser desthilatdariyeke cîbicîkar û amadekariyên pêkanîna hilbijartinên niştimanî di zûtirîn dem de ne.
Ji aliyê xwe ve, YE bi daxuyaniyekê ragihand, ku îmzekirina lihevkirina rawestandina şer li Cinêvê, gaveke girîng bû û bang li aliyên şer kir ku yekser lihevkirinê pêk bînin.
Her wiha YE bang li aliyên herêmî û navdewletî kir ku destekê bidin hewldanên çareseriyê li Lîbyayê û hemû destwerdanên biyanî rawestînin û rêzê li biryara NY ya qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê bigirin.
Di daxuyaniya xwe de, YE teqezî li ser vekişandina hemû hêzên biyanî û çeteyan, ji xaka Lîbyayê kir.
Jixwe hefteya borî, li Cinêvê li ser agirbesteke mayînde û derxistina çeteyên dewleta Tirk di nava 90 rojî de hatibûn lihevkirin, lê serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi tundî li dijî vê yekê derket û gefa xerakirina vê lihevkirinê xwar.