Festîvala 3. a Sema li Şehbayê dest pê kir

Festîvala 3. a Sema ya Govendên Gelêrî ya Efrînê, bi dirûşmeya “Welat yek e, çand rengîn in, em destek bin” li Şehbayê hat lidar xistin. Tê de, lidarxistina festîvalê bi berdewamiya berxwedana Efrînê hat pênasekirin û banga parastina kevneşopî jî hat kirin..

Festîvala 3. a Sema ya Govendên Gelêrî ya Efrînê, bi dirûşmeya “Welat yek e, çand rengîn in, em destek bin” ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê ve hatiye birêxistinkirin.

Festîval duh bi karnavalek girseyî bi tevlêbûna bi sedan endamên çand û hunerê yên Efrîn, Şehba û bajarê Helebê dest pê kir.

Karneval, ji ber têketina bajarokê Fafînê yê Şehbayê dest pê kir û li ber kampa Berxwedan a Şehbayê çalakî hate lidarxistin.

Di festîvalê de, Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî berxwedana şêniyên Efrînê silav kir û lidarxistina festîvalê bi berdewamiya berxwedanê pênase kir.

Endama rêveber a Kongreya Star Esmehan Mihemed jî banga parastina kevneşopî kir.

Piştî axaftinan, koman, govendên gelêrî û stranên folklorî pêşkêş kirin.

Di dawiya Festîvala 3. a Sema ya Govendên Gelêrî ya Efrînê de, sînevîzyoneke li ser dîroka govendên folklorî yên Efrînê hate pêşandan.

Back to top button