Rojnameger Sefwan Ebdula ê li Herêma Behdînanê destnîşnakir ku hêzên PDK’ê şandî Gare, ne nîştimanîne.
Sefwan Ebdula diyarkir ku ew hêz bi alîkariya MÎT’a Tirk hatine avakirin û xizmeta dagirkeran dikin.
Sefwan got; ” Gel û Pêşmergeyên Behdînanê ji ber ku li dijî vê planê derketin neçûn herêmê, ji ber wê PDK’ê hêzên bi navê Gulan û çekdarên roj şandin herêmê.”
Rojnameger Sefwan Ebdula yê li Herêma Behdînanê li ser liv û tevgera hêza Gulan û Çekdarên Roj ya bi çekên giran çûne bajarokê Dînartê ya ser bi Akrê, ji Rojnews re axivî.
Rojnameger Sefwan destpêkê balkişand ser hêza çûyî herêmê û got;
“PDK’ê ji bo şerê dijî gerîlayên PKK’ê, li ser daxwaza MÎT’a Tirk hêzek şand Zînî Wertê, lê ev pîlana wan bi ser neket û şikest.
Piştre bi alîkariya MÎT’a Tirk hêza Gulan û Roj hate avakirin. Ev hêz ne nîştimanîne, taybet in û girêdayî PDK û malbata Barzanîne.”
Sefwan di dewama axaftina xwe de behsa hevkariya MÎT’a Tirk û PDK’ê jî kir.
Sefwan da zanîn ku ew hêz niha pîlanek gelek metirsîdar li ser ewlekariya netewî, civak û jeopolîtikaya Başûrê Kurdistanê amade dikin.
Rojnameger Sefwan diyarkir ku niha êdî wisa lê hatiye, dewleta dagirker a Tirk bi alîkariya PDK’ê di her malekê de hewl dide, sîxurek MÎT’ê çêbike.
Rojnameger Sefwan derbarê hêza ji bo Dînartê hatî şandin de ev agahî da:
“Agahî di destê me de hene, PDK li Herêma Behdînan hêzek çend hezar kes çêkiriye. Ev hêz jî dibin navê hêzek nîştimanî de çêkiriye.
Lê ev hêz ji MÎT’a Tirk û kirêgirên wan pêk tê. Niha şandine bajarokê Dînartê. Ji bo dijî gerîlayan şer bikin û kesên dijî siyaseta PDK’ê nerazî bêdeng bikin şandine wir.
Helwest û siyaseta PDK’ê a li hemberî xelkê Behdînan û Herêma Kurdistanê, dijminane ye.”
Rojnameger Sefwan Ebdula axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Xizmên me di nava hêzên pêşmerge de hene. Hêza pêşmerge ti carî şerê Kurd bi Kurd nake û ji şerê birakujiyê nefret dikin. Ji ber ku Peşmergeyên Behdînanê li dijî vê planê derketin, PDK’ê hêza Gulan û çekdarên Roj şand Garê.”