Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bîrkêtik ê rojavayê Girê Spî û gundê Fatsa yê Eyn Îsa topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Bîrkêtik ê rojavayê Girê Spî topbaran kir.
Derbarê encamên topbaranê de agahî bi dest neketin.
Di heman demê de artêşa dewleta Tirk gundê Fatsa yê Eyn Îsa û riya M4 jî topbaran kir.