Li Etîyûpyayê 32 kes di êrîşeke çeteyan de hatin kuştin

Li her deverên cîhanê, êrîşên tundrew û terorîstan her ku diçe zêde dibin. Li Etyopya, Efxanistan û Nîjeryayê bi dehan kes di encama êrîşên komên tundrew de hatin kuştin û birîndarkirin. Li Maliyê jî hêzên Fransî zêdeyî 50 çete kuştin.

Li herêma Oromya ya Etîyûpyayê, çeteyên tundrew ên koma “Oniq Şnî” a çekdar 32 kes kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Komîseriya polîsa Oromyayê da xuyakirin ku wan hin êrîşker girtine.

Komîserê Komîseriya Polîsan diyar kir ku ji herêma êrîşê, zêdeyî 200 malbat der bi der bûn.

Li Nîjeryayê 12 kes di êrîşeke Boko Heram de hatin kuştin

Li Nîjeryayê jî, koma Boko Heram êrîşî gundekî nêzî bajarokê Tişîbûk ê bakurê welêt kir.

Di encama êrîşê de, 12 kes hatin kuştin û 7 jî hatin revandin.

Hikûmeta Fransî 30 Cotmehê zêdeyî 50 cihadî li Maliyê kuştin

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly jî ragihand ku 30 Cotmehê li Maliyê, hêza “Barkhan” bi operasyonekê, zêdeyî 50 cîhadî kuştin.

Florence Parly destnîşan kir ku çek û alavên çeteyên kuştî, hatine desteserkirin û nêzî 30 motorsîklêt jî hatin rûxandin.

Parly got:

“Bi rêya vê operasyonê, derbeyeke giran li Ketîbeya Ensarûl Îslam a girêdayî El Qaîde ya ku nêzî sînorê Burkîna Fasoyê tev digere, hatiye xistin.”

Di van demên dawî de, pêla êrîşên tundrew hema bibêje li ser asta cîhanê tevde bilind bûye.

Aliyên gurker ên weke dewleta Tirk û Qeterê jî bi rêya xîtabên olî yên tundrew û bi pereyan çeteyan dişînin her deverê, da kuştin, revandin û talanê bikin.

Li Efxanistanê 35 kes di êrîşeke DAIŞ’ê de hatin kuştin

Li paytexta Efxanistanê jî, di êrîşa çekdarî ya li ser Zanîngeha Kabulê de pêk hatî, hejmara kesên hatin kuştin gihişt 35 kesî tevî birîndara 50 kesî.

Êrîşa Kabulê, ya 2. e di nava 10 rojan de.

DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.

Meha borî jî li navendeke fêrkirinê ya Kabulê, 24 xwendekar di êrîşeke xwekujekî ya DAIŞ’ê de hatibûn kuştin.

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button