LI EFRÎNÊ ÇETEYAN BI SER GUNDÊ BASÛFAN Ê ŞÊREWA DE GIRTIN

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya kirinên xwe yên dizî, talanî û revandinê de bi ser gundê Basufan ê Şêrewa de girtin.

Vê carê jî koma çeteyên Tirkiyê bi serkêşiya kesên bi navên Hemze Ebo Zeyîd û Ebo Idrîs ên girêdayî koma Feyleq El-Şam êrîşî mala şêniyê bi navê Ebdilkerîm Nasir Mûsa yê ji gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa kir.

Çeteyan li sivîlan xist, zêrên jinan ji wan standin û piştre jî destê wan girêdan.

Her wiha çeteyan li gundê Basûfanê alavên dikana madeyên xwarin û 500 hezar lîreyên Sûrî ê şêniyê bi navê Xelîl Nasir Ehmed dizîn.

Li aliyekî din çeteyên artêşa Tirk a dagirker şevê din şêniyên bi navê Nezmî Elî yê ji gundê Biric El-Qas li navçeya Şêrawa dema ku li ber pezê xwe bû, revandin

Leave a Reply

Back to top button