Şêniyên navçeya Til Hemîs ya kantona Qamişlo bi meşekê planên li ser Şengalê şermezar kirin.
Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîs tevli meşê bûn û peymana di navbera hikumeta Bexdayê û hikumeta başûrê Kurdistanê de û şandina nêzî 10 hezar leşkerên Iraqî ber bi Şengalê ve, şermezar kirin.
Piştî ku meş vegiherî mitîngê endama rêveberiya Kongreya Star Nêre El-Hemko axivî û got,
Hikumeta Iraqê û PDK’ê wekî amûrekê di destê dewleta Tirk de ne û Tirkiye wan li ser kêfa xwe û li gorî berjewendiyên xwe bitevger dike.
Hevserokê Meclisa navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xiwêr jî axivî û destnîşan kir ku ne hikumeta Iraqê ne jî PDK’ê dikare biryaran li ser Şengalê bide.
Tenê gelê Şengalê dikare çarenûsa xwe diyar dike.