Li Rojhilatê Deryaya Spî, çend welatên Ereb û Biyanî, dest bi minawereyên leşkerî dikin.
Hikumeta Qibrisê, tevlîbûna xwe li van minawereyan ku dê îro dest pê bikin û 6 Kanûnê bi dawî bibin, ragihand.
Wezareta parastinê ya Qibrisê diyar kir ku, Fransa, Yûnanistan, Misir, Îmarat û Qibris, bi armanca geşkirina hevkariya parastin û operasyonan beşdarî van minawereyan dibin.
Her wiha dê rahênanên leşkerî yên hevbeş ên asmanî û deryayî jî bên kirin.
Beriya niha, wezareta derve ya Qibrisê ragihandibû ku helwesta Tirkiye û tevgera wê li Rojhilatê Deryaya Spî, rê li pêş diyalogan digire û bang li Tirkiyê kir ku ji vê hewlesta xwe vegere.
Wezîrê Derve ya YE Josép Borrell jî da zanîn, ku helwesta Tirkiyê derbarê Qibrisê de, wê dûrî YE dixîne û aloziyê kûrtir dike.