Bi rasthatina Roja Astengdaran a Cîhanî Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîra Elî da zanîn ku divê her kes ji bo di aliyê jiyana astengdaran a zehmet bi hestiyarî tev bigerin. Emîra got: Astengdarên di komeleyê de pêşengên vîn û hêzê ne.
Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 3’yê Kanûna 1992’yan wekî “Roja Astengdaran a Cîhanî” ragihand.
Têkildarî mijarê, Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran a li Kobanê Emîra Elî axivî.
Emîra Elî diyar kir ku Komeleya Tîrêj 1’ê Tîrmeha 2013’an hat 14 kes wê bi rê ve dibin û wiha anî zimên:
Lê ji ber rewşa şer û derfetên kêm em di aliyê pêdiviyên teknîkî de zehmetiyan dibînin.
Rêveberiya Xweser li gor derfetên xwe alîkariya me dike, di hevpeymana rêveberiyê de divê di her saziyekê de ji %4 astengdar bixebitin.
Emîne da zanîn ku wan projeyên fêrkirina dirûtin, kompitur û kûafortiyê vekirine û destnîşan kir ku ew hewl didin astengdariyê veguherînin vîn û hêzê.
Danyal Bozan ku ji çav û lingê xwe astengdar e ji 2017’an ve di komeleyê de dixebite.
Danyalê behsa têkoşîna xwe kir û wiha got:
Tevî zehmetiyan, min bi qasî hêza xwe xwend û ez niha kar dikim.
Kesên ez wan nas dikim, ji ber astengiya xwe dernakevin derve yan jî şerm dikin.
Ev nêzikatî şaş e, divê mirov bi kêmaniyên xwe re têkoşînê bike.