Nûnerê navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê Geir Pedersen teqez kir ku erka wî ya sereke pêkanîna danûstandinan bi hikûmeta Sûrî û opozisyona wê re ye.
Nûnerê navnetewî bi bîr xist ku ew ê piştî çend hefteyan careke din serdana Şamê bike û danûstandinan bi hikûmeta Sûrî re li dar bixe.
Pedersen got ji bo misogerkirina hevpeymanekê, divê hikumet û opozisyonê li ser rêbazên bingehîn li hev bikin.
Her wiha di gotina xwe ya li civîna Konseya Ewlekariyê de, Pedersen 5 xalên sereke anî ziman:
1- Ji bo aramî û bêaliyê, divê diyalog navbera aliyên Sûrî de ranewestin.
2- Çareserkirina pirsgirêka kesên girtî, revandî û wendahiyan.
3- Danûstandina bi nûnerên civaka sivîl re.
4- Despêkirina komîteya destûrî ku bi denge û pêbawer be.
5- Pêkanîna danûstandinan navbera aliyên navdewletî.
Di dawiya axaftina xwe de Pedersen bal kişand ser êş û azarên gelê Sûrî û qala 5 milyon û 6 sed hezar penaberên derve û 6 milyon û 6 sed hezar penbarên hundirîn kir.