Gerîlayên HPG û YJA Starê li Sîdekan a Başurê Kurdistanê derbên giran li artêşa tirk a dagirker xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla li dijî artêşa dagirker daxuyaniyek weşand û ev agahî dan;
28’ê Sibatê gerîlayan li qada Elî dirêj a herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn.
Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin.
Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehate zelalkirin.
Artêşa dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawan bombe li derdorê barandin.
Şeva heman rojê li Colemêrgê liv û tevgera hewayî hebû û qada Zê jî hate bombekirin.
Dîsa heman rojê li Girê Xere-gol ê navçeya Çelê helîkotperên Skorsky ên artêşa dagirker geriyan.
Helîkopteran bombe li qada Şehîd Rustem a Zê barandin.
Ji ber bomberdûmanê ti zerar negihîşt gerîlayan.