Li Şamê, girtina Hevseroka Kongreya civaka Demokratîk KCD’e Leyla Guven hat şermezarkirin.
Kongreya Star a taxa Zorava bi beşdarbûna bi dehan jinên taxê, derbarê girtina Leyla Guven de daxuyaniyek da.
Kongrê di daxuyaniya xwe de, ev ceze weke binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî bi nav kir û bang li rêxistinên jinan, mirovî û hiqûqî kir, ku doza Leyla Guven rakin Dadgeha Navneteweyî ya Bilind.
Kongreya Star daxuyaniya xwe, bi diruşmeyên silavkirina berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de bi dawî kir.