Li eyaleta Georgîa ya DYE’yê, azot ji ber febrîqeyeke xurekê çû û gelek kes mirin.
Bûyer li febrîqeya Prîme Pak Foodsê qewimî ku li navçeya Hall Coûnty a eyaleta Georgîayê ye.
Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber jiberçûna gazê herî kêm 6 kes mirin.
Herî kêm 9 kesên ku di bûyerê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li derdorê.
Pêknehatina şewat û teqînekê rê li ber jimara zêde ya miriyan girt.
Bûyer li gorî dema herêmê saet di 10:00 de qewimî.
Ji kesên ku rakirin nexweşxaneyê rewşa 3 kesan xetere.