Li ser gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê jî êrîşên dagirkeriyê hebûn û ew gund bi çekên giran topbaran kirin.
Şevê din artêşa dagirker û komikên xwe yên çete, gundê Merenaz, Şiwarxe û Keleha Şiwarxe yên Şerayê dan ber topan.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî duh ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Ewn Dadat ê li bakurê bajarê bajêr topbaran kir.
Lê têkildarî encamê topbaranê ti agahî nehatin biparvekirin.