Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê: PKK û Rêber Apo bûne hêviya mirovahiyê

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bi boneya salvegera komploya navnetewî a 15’ê Sibatê diyar kir ku PKK û Rêber Apo bûne hêviya mirovahiyê.

Platforma Baweriyan a Mezotomyayê ji bo salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Ocalan daxuyaniyeke niviskî da.

Platformê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tecrîda giran û êşkenceyê dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gefên êrîşê yên ser Dêrik û Şengalê û tecrîda li ser Rêber Ocalan nîşan didin ku komploya navnetewî didome.

Hat diyarkirin ku Rêber Ocalan ne tenê rêbertiya Kurdan her wiha rêbertiya herî girîng a polîtîk, îdeolojîk û felsefî ya şoreşa cîhanê ye, dema ku azad bibe wê ne tenê Kurd bi ser bikevin, mirovahî jî wê bi ser bikeve.

Platformê destnîşan kir ku hem PKK û hem jî Rêber Apo bûne hêviya mirovahiyê.

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bang li gelê Kurd kir ku ji bo Kurdistana Azad û Mirovahiya Azad têkoşîna xwe bilind bikin û got ”Niha dema Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad e’,

Back to top button