Pentagonê ragihand ku hebûna Hêzên Amerîkî li Sûriyê ne ji bo parastina şîrketên petrolê, belê ji bo tunekirina DAIŞ’ê ye.
Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkî/ Pentagon John Kirby ji çapemeniyê re ragihand ku misyona wan li Sûriyê ne parastina petrolê ye û ji wan nayê xwestin ku destê alîkariyê bidin şîrketên wê yên taybet.
John Kirby eşkere kir ku jimara Hêzên Amerîkî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî 900 leşker e û ew tenê ji bo piştgiriya oprasyonên li dijî DAIŞ’ê kar dikin.