PYD û KNK’ê êrîş bi daxuyaniyên cuda şermezar kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD” û Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyên cuda êrîşa li ser balafirgeha Navneteweyî ya li Hewlêrê şermezar kir.

PYD’ê diyar kir ku armanca vê êrîşê têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û mabûna herêma Başûrê Kurdistanê li jêr gef û metirsiyan e.

PYD diyar kir ku ev yek jî di êrîşên vê dawiyê yên li ser Garê de hat xuyakirin.

PYD’ê teqez kir, divê hemû hêz, hêza xwe bikin yek da ku sûcdarên vî sûcî bê ceze nemînin.

Konseya Rêveber a KNK’ê jî teqez kir ku ji bo ewlehî û parastina destkeftiyan û serkeftina gelê Kurd û Kurdistanê, çareserî di yekrêzî û yekdengiya hêzên Kurdistanî de ye.

KNK û PYD’ê di dawiyê de, sersaxî ji malbatên qurbanan re xwest û hêviya rehetbûna ji bo birîndaran kir.

Back to top button