Rêveberên saziyên sivîl li bajarokê Hecîn a Dêrazorê, komploya navnetewî ya ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku ji bo azadiya wî têkoşînê bikin.
Hevserokê Meclisa Gel a Bajarokê Hecînê Salih El-Selman got ku di warê mafên mirovan de cîhan bi giştî di nava aloziyê de ye.
Salih El-Selman diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan têkoşîna azadiyê, demokrasiyê, biratiyê û wekheviyê ji bo gelan dike û civaka navnetweyî berpirsên girtina wî ye.
El-Selman bang li civaka navneteweyî, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo berdana rêber Abdullah Ocalan kar û xebatê bikin.
Hevserokê Rêveberiya Çandiniyê ya Hecînê Cindî El-Timê jî bertek nîşanî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan da.
Salih El-Timê bêdengiya civaka navneteweyî ya têkildarî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got, gelê herêmê fikirê rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh girtiye.