Îro helîkoptereke Rûsyayê li gundewarên dagirkirî yên bakur rojavayê navçeya Til Temirê, ket xwarê, 3 leşkerên Rûs birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan ANHA’yê re ragihand “Helîkoptereke Rûsyayê di navbera gundê El-Rêhaniyê û El-Qasimiyê yên li bakur rojavayê Til Temir ya kantona Hesekê, ket xwarê.”
Li gorî agahiyên destpêkê 3 leşkerên Rûs birîndar bûne.
Mosko: Helîkopter ji ber rewşeke awarte katiye xwarê
Der barê buyerê de Mosko jî ragihand ku ji bo rewşeke awarte û sedemine teknîkî helîkopter daketiye û hemû endamên tîma tê de, baş in.
Wezareta Parastina Rûsyayê diyar kir ku helîkopter ji cureya Mî 35 bi dewriyeke hewayî radibû û tekez kir ku tîma Helkopterê eşkere kir ku ti gule yan jî êrîş li dijî wan pêk nehatiye.