Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li ser encama berxwedan û têkoşîna jinên herêmê ku hîna didome axivî û got:”Jinan ala berxwedanê xistine destê xwe, di qada siyasî, dîplomasî û civakî de şoreşek ava kir û li hemberî hişmendiyên cuda û hemû rengên gef û êrîşan têkoşiyan.”
8’ê Adarê jî yek ji rojên têkoşîna jinan e, ku li dijî maf û kedxwarina jinan bi dirûşma “nan û gul” serî hatin rakirin.
Îlham Ehmed bi van gotinan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li tevahî jinan pîroz kir.
Bexwedana jinan, ji bo pejirandina mafên xwe her didome.
Ji sala 1977`an û şûn de li cîhanê her sal jin roja xwe pîroz dikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev 10 sal in jin 8’ê Adarê bi rengekî azad pîroz dikin.
Der barê mijarê de, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed ji ajnasa nûçeyan ANHA re nirxandin kir.
Îlham Ehmed diyar ku sedsala 21’emîn weke sedsala jinan tê pênasekirin û pêla berxwedana wan li cîhanê bi pêş ketiye.
Îlham Ehmed: Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramberî 3 hişmendiyan têkoşiyan
Îlham da zanîn ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hişmendiya desthiladar a Rêjîma Baas, hişmendiya DAIŞ’ê û ya civakê ya zilamperest têkoşiyan.
Îlham Ehmed: Têkoşîn malê hemû jinan e
Seroka Desteya Rêvber a MSD’ê teqez kir ku jinan di nava rastiya desthilatdar a mêr û gefên dewletên dijber de xwe bi rêxistin kirin û pergaleke wekheviyê ava kir.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di dawyê de destnîşan kir ku têkoşîna li vir wê di serî de bibe tekoşîna jinên Sûriyê, Rojhilata Navîn û piştre wê bibe malê hemû cîhanê.