Komîteyên Çandiniyê ya gundewarê rojhilatê Reqayê ji bo pêşxistina çandiniya herêmê 1500 ruxsetên çandiniyê dide cotkaran .
Ruxsetên ku komîteyê dane cotkaran ji bo pêdviyên çandiniyê semad, tov û sotemeniyê ne.
Komîteyê dest bi qonaxa duyemîn a desteka mewsima zivistanê kir.
Di vê derbarê de endamê rêveber ê Komîteyê Abdullah El-Xemîs got:
Ji her donimeke erd re 30 kg semad û 30 lître mazot bi buhayên guncaw tê dayîn.
Ev miqdar sê caran tê dayîn.
Cara yekê di meha Sibatê de, ya din di 15`ê Adarê de û cara sêyemîn jî di destpêka Nîsanê de.
Her wiha komîteyên çandinî û avdanê yên Reqa û gundewarê wê bênavber ji bo serrastkirina qenalên avdanê dixebitin.