Çalakiya konvedanê li Kobanê a ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan, di roja 4’emîn de didome.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê bi dirûşma “Dem dema azadiya rêber Apo ye, teqez em ê bi ser bikevin” li Qada Şehîd Egîd çalakiya konvedanê bi rêxistin kir.
Îro bi dehan şênî, endamên meclisa navçe û Şaredariya Sirînê nobet girtin.
Li cihê çalakiyê, endamê Meclisa Navçeya Sirîn Hecî Mihemed axivî û diyar kir ku ew li wir li dijî dewleta Tirk a dagirker kom bûne û teqez kir ku heta dawiyê ewê ber xwe bidin.
Çalakiya konvedanê dê sibê (21`ê Adarê) raweste û di 22`yê Adarê de ji nû ve dest pê bike.
Ciwan bi israrin ku heta girtina agahiyan li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên xwe dewam bikin.