Dibêjin rovî nedigha tirî digot tirş e….
Erdogan jî ev 3’ê salan e dixwaze tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe, lê ji ber kirinên dewleta tirk a faşîst heya niha rê nehatî dayîn ku dewleta tirk derbasî Yekîtiya Ewropayê bibe.
Serokê dewleta Tirk a dagirker Receyb Teyb Erdogan ê ku ji bilî Qubrsa cîran Efrîn jî dagir kiriye, çi binkeftina ku rastî wî tê Kurdan tawanbar dike.
Erdogan li pêşberî kombûyîneke gel li Ezmîrê ji bo hilbijartinan axivî û got:
Eger Yekîtiya Ewropa dikare biryara rawestandina danûstandinên tevlîbûna Tirkiyê ya ji bo Yekîtiyê bistîne, bila bike.
Em amade ne… lê ew nikarin û em ti nirxî nadin biryara parlementa Ewropî.