Rêveberiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya başûrê Kurdistanê bîlançoya tundiyê ya sala 2020’an heya niha weşand.
Rêveberiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê di rapora xwe de diyar kir ku rêjeya tundiyê li dijî jinê di sala dawî de gihiştiye asteke metirsîdar, nexasim di pêvajoya vîrûsa corona.
Li gorî rêveberiyê di 2020’an :
22 bûyerên, kuştin û xwekuştinê,
33 bûyerên şewtandinê
51 bûyerên destrêjiyê
Rêveberiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bîlançoya bajaran jî wiha rave kir:
Hewlêr 2 hezar û 220 bûyerên tundiyê
Dihok hezar û 614 bûyerên tundiyê
Silêmaniyê hezar û 558 bûyerên tundiyê
Germiyan 589 bûyerên tundiyê
Raperîn 278 bûyerên tundiyê
Soran 179 bûyerên tundiyê