Parlementera Sosyalîst a Swêdê Amîneh Kakabaveh nerazîbûn nîşanî zextên li ser Kurdan a Polîsên Swêdê da.
Amîneh Kakabaveh di serê meha Adarê de bi pêşniyaznmeyeke nivîskî xwestibû zextên Polîsên Ewlekariya Swêdê (Sapo) ya li dijî Kurdan were nîqaşkirin û zextên li ser Kurdan were rakirin.
Kakabaveh duh di rûniştina Parlementoya Swêdê de nerazîbûn nîşanî polîtîkaya zextên li ser Kurdan a Polîsên Ewlekariyê ya Swêdê da.
Parlementera Sosyalîst a Swêdê Amîneh Kakabaveh polîtîkaya polîsên Swêdê rexne kir û got:
“Divê polîsên ewlekariya Swêdê bizanibe ku kî dijminê demokrasiyê ye û wê kî wekî terorîst were nîşankirin û bizanibe wê wan li ku bibîne.”
Amîneh Kakabaveh destnîşan kir ku tişta ku Tirkiye li dijî Kurdan, HDP û mûxalifên dike, Polîsên Ewlekariya Swêdê jî heman tiştî li Swêdê li dijî Kurdan dike.