Niha herêm bi giştî di rewşeke metirsîdar re derbas dibe.. Niha jî Rêveberê Heyva Sor a Kurd hişyarî da û eşkere dibêje “Di pêla sêyemîn de her kes bi Coronayê dikeve” û banga xweparastinê li her kesî kir.
“Pêla 3. a Corona ti kesî nas nake û êdî êrîşî her nifşî dike”, ev hişyariya Heyva Sor a Kurd ji bo xelkê herêmê ye..
Duh jî Desteya Tenduristiyê hişyariyek bi heman rengî dabû, ku di rojên bên de wê rewş ji bin kontrolê derkeve.
Rêveberê Odeya Emeliyan a Heyva Sor a Kurd Se’ed El-Elî li ser rewşa heyî ya herêm û vîrûsê, çend agahî dan..
Li ser nirx û awayê çêkirina testên PCR, Se’ed anî ziman ku hemû testên wan yên PCR bê-pere tên çêkirin û awayê xwegihandina ji nexweşan re eşkere kir.
Dawiyê Se’ed El-Elî banga xweparastinê li şêniyan kir û ev hêvî ji wan kir..