Ji ber sûcên timî yên li Efrînê tên kirin, bang her hene. Cibrayîl Mistefa, Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê banga avakirina komîteyeke bê alî kir, da sûcên li Efrînê bişopîne. Cibrayîl eşkere got “Sûcên ku li Efrîna dagirkirî pêk tên, asta sûcên şer û dermirovî derbas kirine.”
Îsal, zêdeyî 200 kesên bêguneh bûne nêçîra hovên Tirkiyê li Efrînê.
Roj bêyî behsa binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk were kirin, derbas nabe..
Ev sûc eşkere û li pêş çavên her kesî xuyayî ne, lê dîsa jî xwe nebihîstî dikin..
Cibrayîl Mistefa ku yek ji Endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ye, mixabiniya xwe li ser domandina sûcên tên kirin, anî ziman û bîlançoya sê mehên dawî eşkere kir.
“Ji destpêka sala nû û heta niha zêdeyî 200 kes ku ji wan 25 jin û zarok in, hatine revandin.
Ji ber ewlehî tune ye, rojane bûyerên kuştinê pêk tên, ji 3 mehan û heta niha nêzî 20 bûyerên kuştinê rû dane.
Ji bilî mirov û sûcên li dijî wan, çeteyan xweza û erda Efrînê jî kirine armancên sûcên xwe û gotina Cibrayîl Mistefa di vê der barê de, vê yekê piştrast dike.
“Di nava 3 mehan de; çeteyan zêdeyî 3 hezar û 200 darên zeytûnan birîn.
Bêhtirî 11 hezar darên zeytûnan ên navçeyên Bilbilê, Raco, Şera û gundê Meydankê desteser kirin.
Guhertina demografîk bi rêya avakirina baregehan li çiyayê Hec Hesno yê navçeya Cindirêsê, pêk tîne.”
Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê destnîşan kir sûcên li Efrînê hatîn belgekirin, tenê ji sedî 20 in û eşkere kir “Ji ber ku îstixbaratên dewleta Tirk û çeteyên wê ‘terora ewlehiyê’ disepînin, şênî nikarin van sûcan eşkere bêjin.”
Ji bo rawestndina van sûcan, Cibrayîl Mistefa bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û banga avakirina komîteyeke bê-alî jî kir, da sûcên li dijî şêniyên Efrînê bişopîne.