Cemîl Bayik: Şoreşa Rojava bi firkê Rêber Apo serket

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Rojava beşek ji Kurdistanê ye. PKK bandorê li çar aliyên Kurdistanê dike. Eger Şoreşa Rojava neketibûya bin bandora fikrê Rêber Apo ne Rojava azad dibû, ne jî DAÎŞ dikarîbû bihata têkbirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê pêşketinên Rojavayê Kurdistanê û rojhilata Navîn, rola PKK çiye, bersiv da pirsên malpera Responsible Statecraft ya Emêrîkî .

Cemîl Bayik pirsa bandora PKK’ê û Fikrê Rêber APO ya li ser şoreşa rojava wiha nirxand.

“Feraseta demokratîk û nêzîkatiya polîtîk a li Rojava derkete holê, encama fikrên Rêber Apo ye.

Rêber Apo ku 20 salan li vê qadê ma, ji her alî ve bandor li Kurdan kir.

Ji ber fikrê Rêber APO ê Netewa Demokratîk , hemû pêkhateyan piştgirî da vê xetê, û DAIŞ hate têk birin.

Eger Şoreşa Rojava neketibûya bin bandora fikrê Rêber Apo ne Rojava azad dibû, ne jî DAÎŞ dikarîbû bihata têkbirin.”

Malpera Responsible Statecraft diyar kir ku gelek kes dibêjin lîderên weke Mazlûm Abdî û Îlham Ahmed li gorî lîderên PKK’ê tevdigerin bersiv we çiye.

Cemîl Bayik derbarê vê pirsê de daxuyakirin ku kesên navborî ku berê di nav PKK’ê rêveberî dikirin, dema ku Rojava şoreş destpêkir wek mafekî rewa di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cih girtin.

Bayik diyar kir ku di navbera wan û rêveberên Rojava de bandorek fikrî û hestewarî heye. Ji ber ku Rojava beşek ji Kurdistanê ye û PKK bandor xwe li ser tevahî Kurdistanê heye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê rexneyên weke biryar di destê çend kesên temen mezin de ye, jî wiha bersivand:

Rêveberiya ku azadîparêziya jinê ji xwe re dike esas, rêxistiniya azad a jinê û îradeya wê lê xurt e, nikare otorîter be.

Mirovên bi temenê navîn û ciwan di nava rêveberiya me de serdest in.

Ji xwe li gorî rêziknameya me nîvê rêveberiya me ji hevalên bi temenê navîn, ciwan û jinan pêk tê.

Temenê pêkhateyên rêveberiya me li gorî rêveberiyên siyasî yên li cîhanê yê herî ciwan e.

Cemîl bayik dazanîn ku DYE’yê ji ber sedemên siyasî PKK xist lîsteya rêxistinên terorê, divê DYA pkk’ê ya ku mirovahî ji DAIŞ’a alîgirê Tirkiyê parast, ji lîsteya terorê derxîne.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bang li Amerîka û hêzên Natoyên kirin ku bi piştgiriya xwe ya bi Tirkiyê re nebin hevparê polîtîkayên qirkirina Kurdan.

Back to top button