Li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Hêzên Iraqê li parêzgeha Selahedînê 10 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê derbarê operasyonên dawî li dijî çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da .

Li gorî wezaretê di operasyoneke hêzên Iraqê de 10 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Selahedînê hatin girtin.

Hat gotin ku du ji van çeteyan dixwestin birevin derveyî welêt, lê bi alîkariya asayîşa parêzgeha Silêmaniyê hatin girtin.

Her wiha gelek alavên leşkerî li ser çeteyan hatin desteserkirin.

Duh jî li parêzgeha Nîneweyê hêzên Iraqê operasyonek li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbûn.

Di vê operasyonê de çekdarek Heşdî Şabî hat kuştin û 8 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin girtin.

Back to top button