DAIŞ’ê teqîna li bajarê Sedir ê rojhilatê Bexdayê, girt ser xwe.
DAIŞ’ê duh bi daxuyaniyekê teqîna li Bexda girt ser xwe û da zanîn ku, bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk anîbû.
Roja pêncşemê hin çeteyên DAIŞ’ê li sûka Orfellî ya bajarê Sedir ê rojhilatê Bexdayê erebeyeke bombebarkirî teqandibû.
Di encama teqînê de, 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 17 jî birîndar bûn.
Weke tê zanîn, teqîn piştî armanckirina balafirgeha Hewlêrê pêk hat.