Şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Dîfaa El-Wetenî yê li başûrê Qamişlo didome. Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxa Teyî 2 endamên milîsên Dîfaa El-Wetenî li girtin.
Piştî ku careke din çekdarên Dîfaa El-Wetenî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora taxa Teyî û dibistana Hilko ya başûrê Qamişlo hedef girtin, dîsa şer dest pê kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji nuqteya ku li dawiyê li taxa Teyî kontrol kiriye de, bi pêş dikevin.
Çavkaniyên leşkerî gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Teyî 2 çekdarên Dîfaa El-Wetenî ku hewl didan xwe di jêrzemînekê de veşêrin, girtin.