Şerê li Yemen dawî lê nayê.
7 salin, welat di nava xwînê de ye.
Carek din li Maribê bi despêkirina êrîşa çekdarên Hûsî re şer gurbûye.
Çekdarên Hûsî êrîşên xwe yên li ser çolistana bajarê Maribê didomînin û şer dijwar e.
Çekdar dor li hêzên Hikumetê teng dikin û hewldanên desteserkirina bajarê Maribê dikin.
Bajarê Maribê ku çavkaniyeke bi hêz ya Petrol, gaz û avê ye.
Her wiha di navbera Hadramft, El-Qaf, El-Beyda û Paytext Sanaa yê, cihekî stratejîk yê ji bo têkliyane.
Ji 2014’an ve çekdarên Hûsî bi piştevaniya Îranê û artêşa Yemenê jî bi piştevaniya hêzên koalîsyona bi pêşengtiya Erebistana Sûdî, şerê hev dikin.
Şerê li Yemenê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî aloziya mirovî ya herî xirab a cîhanê hate binavkirin.
Li welat zêdeyî 16 milyon kes pêwistiya xwe bi alîkariya mirovî heye.