Şahiya Newroza 2019’an bi coz û peyamên berxwedaniyê tên pîrozkirin.
Bi deh hezaran xelkê Stenbolê bi sloganên “Bijî berxwadana zindanan” û “Leyla Guven rûmeta me ye” diherikin qada Newrozê ya Bakirkoyê.
Gelek partiyên siyasi li Qada Pazarê ya Bakirkoy a Stenbolê bi slogana “Teqez em ê bi ser bikevin, tecridê bişkînin” Newrozê pîroz dikin.
Di saetên serê sibê de gelê Stenbolê bi cilên xwe yên herêmî û neteweyî daketin kolanan û berê xwe dane qada Newrozê.
Polîsen ku li 3 nokteyan lêgerînê dikin destûr nadin ku şênî pankart û amûrên cuda derbasî qadê bikin.
Tevî hemû astengiyan jî bi deh hezaran derbasî qadê bûn û bi cilên xwe yên rengên cuda qad xemilandin.
Ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran kes derbasî qadê bû û herikîna qadê dewam dike.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û gelê kurd yên li qadê kom dibin, peyama têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê di hilbijartinan de didin.