Lîbya..El Mişrî: Ji bo destura bingehîn referandûm pêwiste

Li Lîbya ji bo çareseriya siyasî ya li welat hikumeta demkî xebatên xwe dimeşêne. Serokê Konseya Lîbya Xalid el-Mişrî diyar kir ku ji bo destura bingehîn pêwistî bi referandûmê heye.

NY jî banga vekişîna çete û şervanên biyanî ji Lîbyayê kir.

Serokê Konseya Lîbya bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Xalid el-Mişrî li paytext Trablusê li gel konsolê Îtalya Giuseppe Buccino Grimaldi civînek pêk anî.

Di civînê de, Mişrî diyar kir ku ji bo li welat dîktatoreke din dernekeve pêwistî bi referandûma destura bingehîn heye û ev yek jî weke nîşaneyek girîng binav kir.

Mişrî îşaret bi girîngiya têkliyên navbera Lîbya-Îtalya kir û wiha got:

Pêwiste di hemû qadên aborî de hevkariya heyî berfireh bikin.

Serokê Konseya Lîbya balkişand li ser xebatên şirketên Îtalya yên ji bo Balefirxaneya Trablus ya Navnetewî û rêyên ku rojhilat û rojavayê welat ji bi hev ve dide girêdan.

NY: Divê hêzên biyanî ji Lîbya werin derxistin

Her wiha Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku nûnerê NY’yê yê ji bo Lîbyayê Jan Kubis ji endamên komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) nerazîbûna xwe ji derengmayîna vekirina rêya peravê ya ku rojhilat û rojavayê Lîbyayê bi hev girê dide, anî ziman.

Di daxuyaniya şandeyê de wiha hate gotin: “Kubis û komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) diyar dikin ku vekişîna çete, şervan û hêzên biyanî divê di demeke nêz de dest pê bike.”

Back to top button