Gundê Semoqa û Bendava Şehbayê hatin topbarankirin

Gundê Semoqan û Bendava herêma Şehbayê ji aliyê artêşa dewleta Tirk hatin topbarankirin.

Dagirkeriyê di saetên şeva borî de, gundê Semoqa û Bendava Şehbayê bi doşkayê topbaran kirin.

Artêşa dagirker û komikên xwe yên çete her wiha sibehê jî, ji bejahî ve û bi çekên giran êrîşî gundên Meyasê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî, kirin.

Ev êrîş hemwextî topbarana wê ya li ser Birc Qasê a heman navçeyê rû da.

Back to top button