Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ragihand ku Koma G7 li ser gihşîtina çareseriyeke siyasî ya dawî li Sûriyê, kar dike.
Anthony Blinken anî ziman ku ew û hempîşeyên xwe yên Koma G7 her wiha piştgiriyê didin mekanîzmeya NY ya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bi rêya deryayê.
Blinken got, ew ê li ser pêkanîna hemû aliyên biryara Konseya Ewlekariyê ya jimar 2254 kar bikin û êş û dawiya azarên Sûriyan bînin.
Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê hemwextî hilbijartinên Sûriyê yên serokatiyê tên.
Biryara NY ya 2254 a ku 18 Kanûna 2015’an hatibû standin, daxwaziyê ji tevahiya aliyên şerker dike ku êrîşên li dijî sivîlan rawestînin, agirbestê pêk bînin û guftûgoyên fermî bo pêkanîna hilbijartinan bikin.